Li Gazneya bajarê Efxanistanê di êrîşa bibombe ya bi wesayîtekê va hat kirin da 23 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya "Tolo news"ê Berdevkê Walîtiya Gazneyê Wahîdullah Cumazade daxuyand lî nêzîkî avahiyekî ewlehiya kamuyê bi wesayîteke bombebarkirî vê êrîş hat kirin.
Cumazade daxuyand di êrîşê da 23 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê da hat gotin êrîş bi wesayîteke bizirx ya cureya wê Humvee ye û heta dev tijî teqemenî bû va hatiye kirin.
Kesî berpirsyariya êrîşî hilneda ser xwe.
AA