Li Efxanistanê êrîşa bibombe: 32 kuştî, 15 birîndar

Li bajarê Heratê otobêseke rêwiyan dema ji rê derbas dibû bombeyeke li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiya, 32 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn...

Li Efxanistanê êrîşa bibombe: 32 kuştî, 15 birîndar

Li Herata bajarê Efxanistanê otobêseke rêwiyan dema ji rê derbas dibû bombeyeke li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiya, 32 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê ewlehiya wîlayeta Farahê Muhîbullah Muhîb daxuyand di teqînê da 32 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Muhîb anî ziman rewşa birîndaran giran e.

Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.

Hat ragihandin otobês ji Heratê diçû Farahê.AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE