Li Paktiyaya wilayeta Efxanistanê li ber kampa eskerî ya li bajarê Gardîzê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş hat kirin, li gor agahiyên ewil 5 sivîl hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Qolordiya Tunderê ya 203emîn Îmal Mumand ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand êrîşkar li bajarê Gardîzê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîşî kampa eskerî kir.
Mumand got li gor agahiyên ewil 5 sivîl hatin kuştin, jê 5 esker 19 kes jî birîndar bûn.
Kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.