Li bakurê Efxanistanê wilayeta Cuzcanê milîtanên Talibanê êrîşî qereqoleke gundparêzan kir û fermandarekî gundparêzan û 10 gundparêz hatin kuştin.
Qaymeqamê Faîzabadê Alif Şah daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku milîtanan li gundê Gogeldaşa ser navçeya Faîzabadê êrîşî qereqola gundparêzan kir û pevçûn derket.
Şah got ku di pevçûna ku bi saetan dewam kir da fermandarê qereqolê û 10 gundparêz hatin kuştin, ji milîtanan jî kuştî çêbûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Talibanê hat dayîn, hat îdiakirin ku piştî êrîşê kontrola qereqola gundparêzan ket destê Talibanê.AA