Milîtanên Talibanê li Xoce Bihadîna navçeya Taharê ku dikeve bakurê rojhilatê Efxanistanê êrîşî qereqola gundparêzan kir û di êrîşê da 13 gundparêz û eskerek hatin kuştin.
Berdevkê Midûriya Ewlekariya Taharê Xelîl Esîr daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku milîtanan bi çekan êrîşî qereqola gundparêzan a gundê Lala Guzarê ya li ser navçeya Xoce Bihadînê kir.
Esîr diyar kir, di êrîşê da 13 gundparêz û eskerek hat kuştin, 4 hêzên asayîşê jî birîndar bûn.
Esîr daxuyand, piştî êrîşê pevçûn derket û ji milîtanan jî hinek hatin kuştin.
Talibanê hê der barê mijarê da tu daxuyanî nedaye.AA