Li bakurê Efxanistanê, milîtanên Talibanê êrîşî qereqola polêsan a li navçeya Bîlçiraxê ya parêzgeha Faryabê kirin û di encamê da 4 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Faryabê Abdul Kerîm Yurîş di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku piştî êrîşa dijî qereqola polêsan a Bîlçiraxê, pevçûn derket.
Yurîş diyar kir ku di êrîşê da 4 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin û 3 jê jî birîndar bûn.
Yurîş her wiha bal kişand ku di pevçûna piştî êrîşê da 3 milîtan hatin kuştin, 4 milîtan jî birîndar bûn.
Talibanê hê der heqê êrîşê da daxuyanî nedaye.