Milîtanên Talibanê li navçeya Guryana li ser eyaleta Heratê dijî polêsan êrîşeke biçek li dar xist. Di êrîşê da 6 polês hatin kuştin.
Qaymeqamê navçeya Guryanê Ferhad Xadîmî daxuyand ku êrîş li navçeya Guryanê dijî Sagira qereqola polêsan hat kirin. Xadîmî got ku di êrîşê da 6 polês hatin kuştin.
Xadîmî diyar kir ku polêsên hatin kuştin ji bo ewlehiya xeta rêya trênê li herêmê hatibûn wezîfedarkirin.
Talibanê der barê mijarê da hê tu daxuyanî neda.