Milîtanên Talibanê li navçeya Deh Yaka li ser eyaleta Xezneyê dijî polêsan êrîşeke biçek li dar xist. Di êrîşê da 6 polês hatin kuştin.
Wekîlê Şûraya Bajêr ya Xezneyê Sahî Zabulî daxuyand ku êrîş li navçeya Deh Yakê dijî polêsan hat kirin. Zabulî got ku di êrîşê da 6 polês hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Zabulî diyar kir ku di pevçûnan de gelek milîtanên Taliban jî hatin kuştin.
Talibanê jî daxuyaniyek da û îdia kir ku wan navenda navçeyê bidestxistiye û 35 hêzên ewlehiyê jî kuştine. AA