Li Efxanistanê êrîşa Talibanê: 7 kuştî

Milîtanên Talibanê li navçeya Çemtalê ya wilayeta Belhê ku dikeve bakurê Efxanistanê êrîşî qereqola polêsan kir û 7 polês hatin kuştin

Li Efxanistanê êrîşa Talibanê: 7 kuştî

Milîtanên Talibanê li navçeya Çemtalê ya wilayeta Belhê ku dikeve bakurê Efxanistanê êrîşî qereqola polêsan kir û 7 polês hatin kuştin.

Berdevkê Midûriya Emniyeta Belhê Adilşah Adil daxuyanî da rojanmegeran û got ku milîtanan êrîşî qereqola polêsan a li Çemtalê kir û 7 polês hatin kuştin.

Adil diyar kir ku piştî êrîşê pevçûn derket û ji rêxistina Talibanê kuştî çêbûn, piştî ku ji herêmê ra piştgirî hat şandin milîtan paşve kişiyan.

Li gor daxuyaniya ku ji Talibanê hat dayîn jî di nav polêsên kuştî da du fermandar hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE