Li Efxanistanê Talibanê ragihand ku wan Paryana navçeya Pêncşêrê bi dest xist

Li Efxanistanê Talibanê ragihand ku wan Paryana navçeya Pêncşêrê bi dest xist

Endamê Komîsyona Çandê ya Talibanê Ehmedullah Wasiq eşkere kir ku hêzên Talibanê Paryana navçeya Pêncşêrê bi dest xist ku ji hêla hêzên herêmî yên bi serokatiya Ehmed Mesûdê bi eslê xwe Tacik tê parastin.

Ehmedullah Wasiq di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da li ser şerê Talibanê û Eniya Berxwedana Gelê Efxanistanê ya li Pêncşêrê, agahî da.

Wasiq wiha got, "Herêma Paryanê ya li Pêncşêrê bi temamî hat bidestxistin"

Paryan ji ber ku nêzîkî navenda Pêşncşêrê Bazarakê ye, girîngiya wê ya stratejîk heye. Her wiha 7 navçeyên Pêncşêrê hene.

Fehîm Deştiyê Berdevkê Eniya Berxwedana Gelê Efxanistanê duh di peyama xwe ya li ser medyaya civakî da îdia kiribû ku zêdeyî 40 mensûbên Talibanê hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE