Li parêzgeha Logarê ya Efxanistanê milîtanên Talibanê êrîşî mala Qaymeqamê Navçeya Barakî Barakê Ehmed Weyîs Ebdulrehîmzey kirin. Di êrîşê da 2 kes hatin kuştin.
Berdevkê Parêzgeha Logarê Dîdar Lavang di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku milîtanan bi çekan êrîşî mala Qaymeqamê Navçeya Barakî Barakê Ebdulrehîmzey a li navçeya Mihemed Axa kirin.
Lavang diyar kir ku di êrîşê da bira û pasevanekî qaymeqam hatin kuştin, birayekî wî yê din jî birîndar bû.
Lavang diyar kir ku di dema êrîşa milîtanan da, Qaymeqam Ebdulrehîmzey li mal nebû.AA