Li Efxanistanê teqîn: 10 kuştî, 40 birîndar

Li Efxanistanê teqîn: 10 kuştî, 40 birîndar

Li Mezarê Şerîfa bajarê Efxanistanê li mizgeftekê teqîn çêbû, herî kêm 10 kes hatin kuştin, 40 kes jî birîndar bûn.

Rayedarê nexweşxaneya Mezarê Şerîfê Dr. Xewsudîn Enwerî daxuyand li Mizgefta Saî Dokenê ya Şiiyan teqînek çêbû, welatiyan kuştî û birîndaran bi wesayîtên taybet va anîn nexweşxaneyê.

Enwerî got di teqînê da herî kêm 10 kes hatin kuştin, 40 kes jî birîndar bûn ku tedawiya wan dewam dike.

Şahidên bûyerê gotin ew êrîşeke xwekujiyê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE