Li Efxanistanê teqîn: 15 kuştî

Sidîqî anî ziman ku di teqînê de 15 sivîlan canê xwe ji dest daye û ew bombeya ku teqiyaye ji aliyê Talîbanê ve hatiye çalkirin.

Li Efxanistanê teqîn: 15 kuştî

Li navçeya Îmam Sahipa eyaleta Kunduzê ku dikeve bakurê Efxanistanê, di encama teqîna bombeya ku li keviya rê hatibû veşartin, 15 kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Serokomariya Efxanistanê Sidîq Sidîqî di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku li navçeya Îmam Sahipê dema wesayita ku sivîl vediguhastin derbas dibû, bombeya li keviya rê çalkirî teqiya.

Sidîqî anî ziman ku di teqînê de 15 sivîlan canê xwe ji dest daye û ew bombeya ku teqiyaye ji aliyê Talîbanê ve hatiye çalkirin.

Talîbanê heta nuha derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE