Li Efxanistanê teqîn çêbû:8 mirî

Ji Efxanistanê li pey hev xeberên êrîşên terorî hatin. di 2 rojên dawî de ji 40î zêdetir kes mirin. tirkiyê ji bo sersaxiyê daxuyaniyek weşand.

Li Efxanistanê teqîn çêbû:8 mirî

Ji Efxanistanê li pey hev xeberên êrîşên terorî hatin. di 2 rojên dawî de ji 40î zêdetir kes mirin. Tirkiyê ji bo sersaxiyê daxuyaniyek weşand. Li Efxanistanê dîsa êrîşên terorî çêbûn.
Li Kabîla paytextê Efxanistanê, li nêzî Zanîngeha Kabîlê teqîn çêbû.
Di êrîşê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 33 kes jî birîndar bûn.

Êrîş ji aliyê kê hatiye kirin hêj ne diyar e.
Li Kandaharê jî li ber ewlekariyê 2 wesayîdên bombebarkirî hatin teqandin.

Piştî teqînê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pêvçûn derket.

Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da, herî kêm 80 kes jî birîndar bûn.

Tirkiyê êrîş şermezar kir.

Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de got; “ Xwedê rehma xwe li miriyan bike. Serê dostê me Efxanistanê û xwîşk û birayên me yên Efxan sax be. Xwedê şîfayê bide birîndaran.”

Li Bagdîsayê jî, terorîstan êrîş bir ser yekîneya komandoyên Efxan ên ku diçûn operasyonê.

Di êrîşê de 21 komandoyan jiyana xwe ji dest da.
 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE