Li Ekvadorê di rojekê da ji 11 hezarî zêdetir waqieyên Kovîd-19ê hatin dîtin

Zevallos destnîşan kir ku jimara testan zêde kirin û têkoşîna dijî şewbê didomînin.

Li Ekvadorê di rojekê da ji 11 hezarî zêdetir waqieyên Kovîd-19ê hatin dîtin

Li Ekvadora welatê Amerîkaya Başûr jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin di rojekê da 11 hezar û 536 kes zêde bû.

Wezîrê Tenduristiyê Juan Carlos Zevallos daxuyaniya da rojnamevanan da ragihand ku ji ber ku encamên testê dereng tên 11 hezar û 536 waqieyên nû li ser waqieyên ku berê hatibûn eşkerekirin hat zêdekirin û jimara nexweşan bi tevahî derket 22 hezar û 719an.

Zevallos destnîşan kir ku jimara testan zêde kirin û têkoşîna dijî şewbê didomînin.

Wezîra Karên Navxweyî Marîa Pual Romoyê jî bal kişand ku li welatê wê li herêmên cuda bi hezaran test hatin kirin û wiha axivî: "Ev nayê wê meneyê ku 'şewb li welatê me gelekî zû belav dibe'. Em jimara testên xwe bi lez zêde dikin. Ev tê wê meneyê ku em ya rast xwedî bêtir agahiyê ne."

Romoyê ragihand ku hikûmet di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê da kapasîteya testan zêde kir û miameleya navborî êdî li laboratuvarên taybet jî tên kirin.

Li Ekvadora ku nifûsa wê ji 16 milyonî zêdetir e heta niha 576 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, vîrus bi 22 hezar û 719 kesan geriyaye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE