Li El Babê kamyona ku ji PKK/PYD/YPGyê re çek û muhîmat dibirin hat bidestxistin

Li El Babê kamyona ku ji PKK/PYD/YPGyê re çek û muhîmat dibirin hat bidestxistin

Li El Baba bajarê Sûriyeyê kamyona ku ji PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê re çek û muhîmatên ku roketavêj û tankşikên jî tê da bûn, dibir; hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Gaziantepê hat dayîn, yekeyên asayîşa El Babê ku di kordînasyona Walîtiyê da xizmeta şêwirdariyê lê tê dayîn, îstixbarat bi dest xist ku di kamyonekê da mihîmat hatine dîtin.

Bi rênîşandana Fermandariya Tîma Şêwirdariyê ya Cendirmeya El Babê ku di çarçoveya Hêza Wezîfeyê ya Sûriyeyê da fealiyetê dike, hêzên asayîşa herêmî ya El Babê operasyon kir û li Herêma Sanayiya Organîze ya El Babê kamyon hat bidestxsitin. Di çaviyên veşarî yên kamyonê da gelek çekên roketavêj ên RPG-7ê, çekên tankşikên ên curbecur, tivingên nîşadaran, tivingên peyadeyan ên kalaşnîkofê û gelek muhîmatên van çekan û fîşengên sewqê hatin dîtin.

Di çarçoveya operasyonê da 4 kesên ku li gor tesbîtê ji PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê re bi kamyonê muhîmatan dibin, hatin binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE