Weqfa Bûlbûlzadeyê li bajarê el babê navenda çandê ya anadolê vekir. Li navendê kursên mûzîk, wêne, zimanê tirkî û zimanê ingilîzî hene.
Tirkiyê li bajarên bakûrê sûriyê xizmetên xwe didomîne.
Li bajarê El Babê jî bi merasîmekê navenda çandê ya Anadolê hat vekirin.
Digel rayedarên Entabê Serokê Weqfa Bûlbûlzadeyê Turgay Aldemir jî beşdarî merasîmê bû.
Serokê Weqfa Bûlbûlzadeyê Turgay Aldemir: “li sûriyê trajediyek heye û dewam dike. em jî ji bo ev zilm û zordarî bidawî bibe hatin vê derê. înşele bi saya van xebatan wê dîsa aramî û aştî pêk were.”
Piştî vekirina navenda çandê zarokan bi mêvanan re stran jî gotin.
Serokê Weqfa Bûlbûlzadeyê Turgay Aldemir:”navend 2 qatî ye. ji xeynî kursên ziman û muzîkê kursên quranê jî tên dayîn. li navendê niha 600 şagirt dikevin kursan. em li gorî hewcedariya herêmê navendên xwe vedikin.”
Rêvebirên weqfê dibêjin bila xêrxwaz werin vê derê û piştrgiriyê bidin van xebatan.
Weqfa Bûlbûlzadeyê li bakurê sûriyê beriya vê 3 heb navend vekiribûn.
Ji xeynî el Babê li Ezaz , Efrîn û Cerablusê jî navendên çandê yên anadolê hatin vekirin.