Li Emerîkayê girtineke skandal

Şaredarê Misilman dema ji Tirkiyeyê vegeriya lêpirsîna wî hat kirin

Li Emerîkayê girtineke skandal

Li Dewletên Yekbûyî Yên Emerîkayê Şaredarê Misilman rastî muameleyeke skandal hat. Şaredarê Misilman Mohamed Khairullah gava ku ji betlanea xwe ya li Tirkiyeyê vegeriya lêpirsîna wî hat kirin. Khairullah got; tiştên ku hatine serê min tiştên sosret in.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê şaredarê misilman rastî şêwazeke skandal hat.

Mohamed Khairullah li parêzgeha New Jerseyê 13 sal in şaredarîtiyê dike û ji bo betlaneyê ligel malbata xwe çû Tirkiyeyê.

Lê gava vegeriya li balafirgeha New Yorkê lêpirsîna wî hat kirin.

Khairullah piştî vê yekê daxuyanî da û got; ji ber nasnameya min a misilman lêpirsîna min hat kirin.

Mohamed Khairullah: Gava ku ez bi malbata xwe re ji gera Tirkiyeyê vegeriyam, wan em girtin odeyekê û 3 saetan lêpirsîn kirin. Ez bi makezagon û qanûnan dizanim lê ew binpêkirineke mezin bû. Tişta ku kirin cihê şermezariyê ye.

Xayrûllah got di dema lêpirsînê de jê pirsîne gava ew li Tirkiyeyê bûye bi komeke terorîst civiyeye an na.

Û got telefona wî ya ku tê de peyamên taybet û wêneyên malbatî hebûn ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Xayrûllah di sala 1980î de ji Sûriyeyê koçî Emerîkayê kiriye û perwerdekar e.

Xayrûllahê 44 salî ji sala 2006an ve heta niha li parêzgehê şaredarîtiyê dike.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2019, 12:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE