Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 128 hezar derbas kir

Emerîkaya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 128 hezar derbas kir

Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 488 zêde bû û gihişt 128 hezar û 161ê.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li Emerîkayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 42 hezar û 935 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 597 hezar û 383yan.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 488 zêde bû û gihişt 128 hezar û 161ê.

Bi dû Emerîkayê bi milyonek û 319 hezar û 274 pêketiyan Brezîlya, bi 634 hezar û 437 pêketiyan Rûsya û bi 537 hezar û 957 pêketiyan Hîndistan tê.

Tevî ku li New Yorkê hejmara pêketiyan kêm dibe dîsa jî eyaleta ku pêketî herî zêde lê ne ew e.

Li New Yorkê heta nuha 416 hezar 18 pêketî hatine tesbîtkirin û hejmara mirinan jî gihişt 31 hezar û 452yan.

Bi dû New Yorkê de bi nêzika 211 hezar pêketiyan California û bi zêdetir ji 176 hezar pêketiyan pêketiyan New Jersey tê.

Li Emerîkayê heta nuha hejmara testan gihiştiye 32 milyon û 12 hezarî û hejmara rehetbûyan jî ji milyonek û 81 hezarî derbas bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE