Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê çiqas e?

Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 400 zêde bû.

Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê çiqas e?

Li Emerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 400 zêde bû û gihişt 122 hezar û 659an.

Emerîkaya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li Emerîkayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 32 hezar û 493 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 389 hezar û 816an.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 400 zêde bû û gihişt 122 hezar û 659an.

Bi dû Emerîkayê bi milyonek û 113 hezar û 606 pêketiyan Brezîlya, bi 599 hezar û 705 pêketiyan Rûsya û bi 441 hezar û 948 pêketiyan Hîndistan tê.

Tevî ku li New Yorkê hejmara pêketiyan kêm dibe dîsa jî eyaleta ku pêketî herî zêde lê ne ew e.

Li New Yorkê heta nuha zêdetir ji 411 hezar 972 pêketî hatine tesbîtkirin û hejmara mirinan jî gihişt 31 hezar û 298an.

Bi dû New Yorkê de bi nêzika 185 hezar pêketiyan California û bi zêdetir ji 172 hezar pêketiyan pêketiyan New Jersey tê.

Li Emerîkayê heta nuha hejmara testan gihiştiye 29 milyonan û hejmara rehetbûyan jî milyonek derbas kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE