Li Emerîkayê hilbijartina kongreyê

Li emerîkayê ji bo hilbijartina kongreyê welatî çûn ser sindoqan

Li Emerîkayê hilbijartina kongreyê

Li emerîkayê ji bo hilbijartina kongreyê welatî çûn ser sindoqan. Dengdayîn qediya. Li gorî encamê; demokrat di meclisa nûneran de bi ser ketin, komarparêz jî dîsa di senotoyê de piraniya kursiyan bi dest xistin. Trump ji bo encama hilbijartinê got; “serkeftineke gelek baş e.” Di vê hilbijartinê de ev cara ewil e 2 jinên misilman; Raşîd Tlaîba filistînî û İlhan Omara somaliyî ketin meclisa nûneran.

Bi hilbijartinê diyar bû ku Gelê Emerîkayê çiqas piştgiriyê dide Trump. Li gorî encamê di Meclisa Nûneran de Demokratan 221, Komarparêzan jî 199 kursî wergirtin.

Ji bo diyarkirina ji 3yan 1ê Senatoyê hilbijartin hat kirin. li gorî vê encamê jî Komarparêzan 51, Demokratan jî 44 kursî bi dest xistin.

Di hilbijartina Senatoyê de Komarparêz dê piraniya kursiyan werbigrin.

Berdevkê Qesra Spî Sendirz piştî encamê daxuyaniyek da û got; “ Kîjan alî di Meclisa Nûneran de bi ser keve ev yek ji bo Serok Trump ne girîng e. Serok dixwaze bi Demokratan re bixebite.”

Serokê Emerîkî Trump jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got; “Serkeftineke gelek baş e. Sipasî her kesî dikim.”

Di Meclisa Nûneran de serkirdeya kêmnetew a Demokrat Nensy Pelosiyê derbarê encamê de şîroveyek kir û got; “ li Emerîkayê perçebûn hebû. lê êdî bes e. Divê em werin ba hev.”

Pelosî wiha pê de çû; “Divê di navbera me de cudahiya demokrat an jî Komarparêzan nemîne. Divê em li dijî Trump, Emerîkayê li gorî makezagonê bi rê ve bibin.”

Di vê hilbijartinê de ev cara ewil e 2 jinên Misilman jî ketin Meclisa Nûneran.

Yek ji wan namzeda eyaleta Mîsîginê Raşhîda Tlaîba Filistînî ye, a din jî namzeda Mînesotayê Îlhan Omara Somaliyî ye.

Her wiha ev cara ewil e jineke sergirtî dikeve meclisa nûneran a Emerîkayê.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE