Li Endonezyayê 94 Misilmanên ji Arakanê hatin xilaskirin

Li Endonezyayê 94 Misilmanên ji Arakanê yên keştiya wan xirab bû hatin xilaskirin.

Li Endonezyayê 94 Misilmanên ji Arakanê hatin xilaskirin

Li Açeya eyaleta Endonezyayê ji ber ku keştî xirab bûn 94 Misilmanên ji Arakanê yên di behrê roda çûn hatin xilaskirin.

Li gor nûçeya rojnameya Republîkayê hin koçberên ji Arakanê ji ber ku keştiya wan xirab bû di nav behrê da asê man.

Jê 49 jin, 30 zarok tevahî 94 Misilmanên ji Arakanê yên di behrê da man li qeraxa Seunuddonê ji hêla masîgiran va hatin xilaskirin.

Şefê Polêsan ê Herêma Seunuddonê Mihemed Cemîl got av, xwarin û kinc li koçberan hat belavkirin.

Cemîl got koçber du hefte ye di rê da ne lê ji ber ew zimanê wan nizanin nayê zanîn ku ew ji ku tên û diçûne ku.

- Li dijî Mislimanên ji Arakanê paqijiya neteweyî

Li Arakana eyaleta Myanmarê di sala 2012an da di navbera Budîst û Misilmanan da pevçûn derketibûn. Jê gelek Misilman bi hezaran kes hatibûn kuştin, bi sedan mal û kargeh jî hatibûn şewitandin.

Artêşa Myanmarê û nijadperestên Budîst êrîşên girseyî kiribûn.

Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî ji 25ê tebaxa 2017an vir va hejmara Misilmanên ji Arakanê yên ku ji ber zilm û qetlîamên li Myanmarê direvin û derbasî Banladeşê dibin gihîşt 900 hezarî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE