Li Cîlacapa herêma Cavaya Navîn a eyaleta Endonezyayê ji ber lehiyê 1463 xanî di binê avê da man.
Tri Komara Sidhyê Serokê Rêveberiya Ajansa Afatê ya Cîlacapê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku ji ber şiliya duh bi şev barî li hin gundên Cîlacapê lehî rabû.
Sidhy destnîşan kir ku ava lehiyê da ser 1463 xaniyên li herêmê, malbatên malên wan zirar dîtin jî hatin texliyekirin.
Sidhy got ji ber ku ava lehiyê zehf zêde bû li hin herêman av bi qasî mêtro û nîvekê bilind bû, ew ê di dema herî nêz da li herêmê dest bi xebatên paqijî û temîratê bikin.
Li Endonezyaya li xeta ekvatorê bi taybetî di navbera cotmeh û nîsanê da şilî zehf dibare û ji ber şiliyê lehî radibe û hêlan dikeve erdê.
AA