Li Endonezyayê balafir ket

Balafira ku tê de 189 kes hebûn, li nêzî Girava Sumatrayê ket

Li Endonezyayê balafir ket

Li derdora Girava Sûmatraya Endonezyabalafİreke rêwİyan ket. Dİ balafİrê de 189 kes hebûn. Hêj ne diyar e ku tu kes jê xilas bûye yan na.

Ji bo biçe bajarê Pangkal Pinanga li Girava Sûmatrayê bi hewa ket. Piştî 13 deqîqeyan jî têkiliya pê re qut bû.

Li Endonezyayê, balafira ku tê de 189 rêwî hebûn ket.Beriya ku têkiliya pê re qut nebibû, ji Qûleyê destûra vegerê xwest. Qûleyê destûr da, lêbelê pişt re têkilî qut bû.

Ajansa Têkoşîna li dijî Afatê ya Endonezyayê diyar kir ku enqaza balafirê hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku, aqûbeta 3 jê zarok, 181 rêwî û 8 personelên balafirê hêj nediyar e.Xebatên lêgerîn û xilaskirinê hêj dewam dikin.Malbatên rêwiyan çûn Balafirgeha Jakartayê.

Serokê Şîrketa Rêhewayê diyar kir balafira ku ket, di sefera xwe ya berê de jî eriza dabû.Yekîtiya Ewropayê ji ber fikarên ewlehiyê di sala 2007an de ev şîrketa rêhewayê girtibû lîsteya reş.

Ev qedexe jî di Hezîrana 2016an de hatibû rakirin.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 18:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE