Li Endonezyayê balafira ku li ser behrê ket xwarê

Nasnameyên 52 rêwiyên di balafirê da hatin dîtin

Li Endonezyayê balafira ku li ser behrê ket xwarê

Li Endonezyayê di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên balafira Rêhewayên Lion ku jimara sefera wê JT 610, cureya wê Boeing 737 MAX 8 e û piştî ku bi firê ket, kurtedemek bi şûnda ket xwarê da 52 nasname hatin dîtin.

Alîkarê Serokê Operasyonan ê Dezgeha Lêgerîn û Xilaskirinê ya Neteweyî (BASARNAS) Nugroho Budi Wiryanto ragihand, di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên balafira ku roja duşemê serê sibehê piştî bi firê ket, 12 deqîqe şûnda li peravên Karawangê ket xwarê da nasnameyên 52 kesan ku 18 jê jin û 34 jê jî mêr in, hatin dîtin.

Wiryanto herwiha destnîşan kir ku wan li vê herêmê duh êvarê perçeyên 13 cesedan jî dîtin û wiha dewam kir, "Ji roja ewil vir va heta niha 37 torbeyên cesedan ku perçeyên cesedan û eşyayên balafir û yên şexsî dixinê, bo nexweşxaneyê hatin şandin.

Ji endamên malbatan zanyarî û nimûneyên DNAyê tên wergirtin da ku nasnameyên qurbaniyan bên kifşkirin. Lêbelê ji ber ku cesed perçe perçeyî bûne û tevlî hevdu bûne, heta niha der heqê hejmara cesedan da reqemeke teqez nehat dayîn.

Berpirsên tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmê jî di xebatên xwe yên li ser gewdeya balafirê û qutiya reş da ji qutiya reş sinyalên ewil standin. Sererkan Hadi Tjahjanto jî di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyonê da got ku ew wisa bawer dikin ku wan, qismekî gewdeya balafirê dît.

Ji aliyekî din va jî Serokê Dewleta Endonezyayê Joko Widodo seriyek li ciyê ku xebat lê tên meşandin da û ji berpirsan agahî wergirt.

Balafira Rêhewayên Lion ku jimara sefera wê JT 610, cureya wê Boeing 737 MAX 8 e û ji Cakartayê diçû Pangkal Pinanga li Girava Sumatrayê, piştî ku bi firê ketibû, 13 deqîqe bi şûnda peywendiya wê qut bûbû û li ser radarê wenda bûbû. Di balafirê da 181 rêwî û 8 muretebat bi tevahî 189 kes hebûn.

Li Endonezyayê di 2014an da balafireke Rêhewayên AirAsia ku ji bajarê Surabaya diçû Sîngapurê, li peravên Kalîmantana Rojava li ser behrê ketibû xwarê û di encamê da 162 kes miribûn.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE