Li Endonezyayê bi lerza 5,3an erdhej

Li Endonezyayê li eyaleta Papua bi lerza 5,3an erdhej çêbû.

Li Endonezyayê bi lerza 5,3an erdhej

Li Endonezyayê li eyaleta Papua bi lerza 5,3an erdhej çêbû.

Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand ku erdhej 71 kîlomêtre dûrî bakurê rojhilata herêma Yalîmoyê çêbû.

Hat ragihandin erdhej di 10 kîlomêtro kûrahiyê da çêbûye. 

Li gor agahiyên ewil di erhejê da tu mirî û birîndarî çênebû. 

Piştî erdhejê tu hişyariya tsunamiyê nehat dayîn. 

Di 28ê îlona 2018an da li Kendava Paluyê ya li Sulawesiya girava Endonezyayê erd bi lerza 7,5an hejiya bû û piştî erdhejê tsunamî rabibû, di tsunamiyê da 4 hezar û 340 kes miribûn.

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE