Li Girava Malukuya Endonezyayê bi lerza 5,9 erdehj çêbû.
Saziya Jeofîzîk, Avûhewa û Meteorolojiya Endonezyayê daxuyand li eyaleta Malukuya Bakur 130 kîlomêtro başûrê rojavayê Girava Ternateyê di 30 kîlomêtro di bin erdê da erdhej çêbû.
Der barê mirî û birîndaran da tu agahî nehat dayîn.
Li Endonezyayê di 28ê Îlona 2018an da li Girava Sulawesiyê Tengava Paluyê bi lerza 7,5 erdehejek çêbûbû. Piştî vê tsunamî çêbûbû û 4 hezar û 340 kes mirîbûn.
AA