Li Endonezyayê bi lerza 7,7an erdhej

Heta niha ji bo herêma erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn...

Li Endonezyayê bi lerza 7,7an erdhej

 Li Malukuya eyaleta Endonezyayê bi lerza 7,7an erd hejiya.

Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand ku erdhej ji aliyê bakurê rojhilatê va 245 kîlomêtre dûrî herêma Başûrê Rojavayê Malukuya li ser eyaletê ye û 231 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye.

BMKGyê piştî erdhejê elerma tsunamiyê neda. Hê nayê zanîn bê ka tişte bi kesekî hatiye an jî zirar gihîştiye mal û milkan.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî lerza erdhejê wek 7,5 eşkere kir.

Li Kendava Paluyê ya li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê di 28ê îlona 2018an da erd bi lerza 7,5an hejiyabû û piştî erdhejê li herêmên Donggala, Palu û Sîgiyê tsunamî rabibû. Di erdhej û tsunamiya li herêmê da 4 hezar û 340 kes miribûn.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE