Li eyaleta Sumatraya Bakur a Endonzeyayê bi lerza 5,8ê erd hejiya.
Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir ku erdhej 68 kîlomêtre ji aliyê başûrê rojhilata herêma Nîasa Başûr çêbû û 48 kîlomêtre di binê erdê da hat qeydkirin.
BMKG û Navenda Tsunamiya Pasîfîkê piştî erdhejê elerma tsunamiyê neda.
Di erdhejê da li gor agahiyên ewilîn tiştek bi kesî nehat.