Li Endonezyayê bobelata lehiyê: 20 mirî

Hat destnîşankirin, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê heta niha gihîştin cesedên 20 kesî, 9 kes birîndar hatin xilaskirin û her wiha xebatên ji bo dîtina 5 kesên wenda jî didomin.

arşîv
Li Endonezyayê bobelata lehiyê: 20 mirî

Li eyaleta Nusa Tenggaraya Rojhilat a Endonezyayê ji ber barana gumrah lehî rabû û di encamê da 20 kes mirin.

Di daxuyaniya Navenda Rêveberiya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPD) da hat diyarkirin, li rojhilatê bajarê Floresê yê girêdayî eyaletê bi dema herêmî saet 11.00an ji ber barana gumrah lehî rabû.

Hat destnîşankirin, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê heta niha gihîştin cesedên 20 kesî, 9 kes birîndar hatin xilaskirin û her wiha xebatên ji bo dîtina 5 kesên wenda jî didomin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku piştî lehiyê di malên bi sedan kesan da jî xesar çêbû.

Peywirdaran hişyarî da ku ji bo eyaletên Açe, Sumatra û Cavaya Navîn û her wiha herêmên Cakarta û Yogyakartayê jî tê texmînkirin û taviyeke giran dê were.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE