Li Endonezyayê da hejmara miriyan derket 429an

Di tsunamiya ku di 22yê berfanbarê da li Tengava Sundayê ya Endonezyayê çêbû da hejmara miriyan derket 429an

Li Endonezyayê da hejmara miriyan derket 429an

Hat ragihandin, di tsunamiya ku di 22yê berfanbarê da li Tengava Sundayê ya Endonezyayê çêbû da hejmara miriyan derket 429an.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir, di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê çêbû da hejmara miriyan derket 429an, hejmara birîndaran jî hezar û 400 e.

Nugroho diyar kir ku herî kêm 128 kes jî hê winda ne.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

Rayedaran daxuyandibû ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê (Zarokê Krakatau) bû sedema tsunamiyê.

Ji ber ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê zêde bû di meha îlonê da li herêmê elerim hatibû dayîn.

28ê îlonê da li Kendava Paluyê ya Grava Sulawesiyê bi lerza 7,5an erdhej çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û tê da ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn, nêzî 1500î kes winda bûbûn.

Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE