Hat ragihandin ku li Endonezyayê ji serê salê heta niha di afatên siruştî da 213 kes mirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Rêvebiriya Ajansa Afatê ya Neteweyî (BNPB) hat dayîn, di navbera 1ê rêbendanê - 9ê sibatê da li tevahiya welêt 386 afatên siruştî çêbûn. Herî zêde jî bahoz, hezaz û erdhej çêbû û lehî rabû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku tesîra afatan li ser nêzî 2 milyon kesî çêbû, 213 kes mirin û 12 hezar û 60 kes birîndar bûn.
Li welatê ku ser ekvatorê ye û baranên musonê lê dibarin, li ser nehiyeya erdhej û volkanê ku weke "Çembera Agir a Pasîfîkê" tê binavkirin cih digre.
Endonezya li dinyayê di nav welatên ku herî zêde afatên siruştî çêdibin da ye.AA