Navenda Lêkolîn, Teknolojî û Afatê ya Jeolojîk a Yogyakartayê (BPPTKG) eşkere kir ku li di Çiyayê Agirîn Merapiyê da, ku li bajarê Yogyakartayê ye, serê sibehê bi dema herêmê di saet 09.13an da teqîn çêbû û teqînê 328 saniye dewam kir.
BPPTKGyê diyar kir, bûsî û dûyê ku ji ber teqînê derket, ji kratera çiyayê agirîn 6 hezar metre quloz bû, 14 deqîqe piştî teqîna yekemîn teqîneke piçûktir jî çêbû.
Peywirdaran di wê mijarê da hişyarî dan ku heta 3 kîlomtreyî li dewrûbera çiyayê agirîn yê di asta elerima duyemîn (Waspada) da fealiyet neyê kirin.
Çiyayê Agirîn Merapiyê ku li Girava Cavayê ye û 2 hezar û 968 metre bilind e, sala 2010an lav pekandibû û di encamê da 347 kes miribûn.
AA