Li Endonezyayê di Çiyayê Agirîn Sinabungê da teqîn

Serokê Navenda Çavdêriya Çiyayê Agirîn Sinabungê Armen Putra di daxuyaniya xwe da diyar kir, di teqîna ku 340 saniye ajot da xwelî û dûmana ku ji çiya pekiya û kişiya, ber bi aliyê başûr û rojhilatê başûr ê çiyayê agirîn qedera 2 hezar û 500 metreyî belav û quloz bû.

Li Endonezyayê di Çiyayê Agirîn Sinabungê da teqîn

 Hat ragihandin, di Çiyayê Agirîn Sinabungê yê li eyaleta Sumatraya Bakur a li Girava Sumatrayê ya Endonezyayê da teqîn çêbû.

Serokê Navenda Çavdêriya Çiyayê Agirîn Sinabungê Armen Putra di daxuyaniya xwe da diyar kir, di teqîna ku 340 saniye ajot da xwelî û dûmana ku ji çiya pekiya û kişiya, ber bi aliyê başûr û rojhilatê başûr ê çiyayê agirîn qedera 2 hezar û 500 metreyî belav û quloz bû.

Armen hişyariya xwe ya ji bo gelê herêmê ya di pileya "porteqalî" da dubare kir ku li 3 kîlometre qada li dewrûbera çiyayê agirîn fealiyetê nekin.

Di teqînên salên 2014 û 2016 ên Çiyayê Agirîn Sinabungê ku piştî qedera 400 salî, sala 2010an dest bi fealiyetê kiribû da 23 kes miribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE