Li Endonezyayê di kana komirê da hezaz: 11 mirî

Li Sumatraya Başûr ya eyaleta Endonezyayê di kaneke komirê da hezaz çêbû, 11 kes mirin.

Li Endonezyayê di kana komirê da hezaz: 11 mirî

Li Sumatraya Başûr ya eyaleta Endonezyayê di kaneke komirê da hezaz çêbû, 11 kes mirin.

Serokê Daîreya Rewşa Acil a Ajana Rêvebiriya Afata Herêmî ya Sumatraya Başûr Ansorî daxuyand li herêma Muara Enîmê li gundê Tanjung Lalangê di kaneke komirê ya ku biqaçaxî tê da xebat dihat kirin da hezaz çêbû.

Ansorî got di hezazê da 11 kes mirin, der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Di meha nîsanê da jî dîsa heman eyaletê li herêma Soloka Başûr kaneke zêran ya ku biqaçaxî tê da xebat dihat kirin da hezaz çêbûbû û 9 kes miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE