Li Endonezyayê dijî navenda polêsan êrîşa xwekujiyê

Dedi Prasetyoyê Midûrê Giştî yê Ewlekariyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Medana paytextê Sumatraya Bakur li gor saeta herêmî di saet 08.45an da li otoparka navenda polêsan êrîşkar bomeya li ser xwe teqand.

Li Endonezyayê dijî navenda polêsan êrîşa xwekujiyê

 Hat ragihandin ku li Grava Sumatrayê ya Endonezyayê di êrîşa xwekujiyê ya birin ser navenda polêsan da 4ê wan polês 6 kes birîndar bûn.

Dedi Prasetyoyê Midûrê Giştî yê Ewlekariyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Medana paytextê Sumatraya Bakur li gor saeta herêmî di saet 08.45an da li otoparka navenda polêsan êrîşkar bomeya li ser xwe teqand.

Prasetyo destnîşan kir ku di teqînê da 4ê wan polês 6 kes birîndar bûn û êrîşkar mir.

Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe lêbelê ji Jemaah Ansharut Daulaha (JAD) rêxistina terorê ya têkiliya wê bi DEAŞê ra heye dikevin şikê.

Wekî mayîn di xeberên çapemeniya herêmî da tê gotin ku êrîş bi destê 2 şikbaran hatiye kirin.

Li navenda polêsan a li Medanê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE