Li Malukuya Bakur a eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 5,5an hejiya.
Saziya Jeofizîk û Avûhewa û Meteorolojiyê ya Endonezyayê diyar kir ku erdhej 117 kîlomêtro li bakurê rojavayê Darabuya herêma li Girava Morotaiyê çêbû û 76 kîlomêtro di binê erdê da erdhej çêbû.
Li gor agahiyên ewil tiştek bi tu kesî nehat û piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Li Ambona paytextê eyaleta Malukuyê di 26ê îlonê da erd bi lerza 6,8an hejiyabû û 36 kes miribûn.
AA