Li Endonezyayê erd bi lerza 5,7an hejiya

Li Sulewesiya Bakur a eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 5,7an hejiya

Li Endonezyayê erd bi lerza 5,7an hejiya

Li Sulewesiya Bakur a eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 5,7an hejiya.

Saziya Jeofizîk Avûhewa û Meteorolojiyê ya Endonezyayê diyar kir ku 14 kîlomêtre li başûrê Melonguaneya herêma Giravên Talaudê ya li bakurê eyaletê 10 kîlomêtre di binê erdê da erdhej çêbû.

Li gor tesbîtên ewil di erdhejê da tiştek bi tu kesî nehat. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Di 28ê îlona 2018an da li Kendava Paluyê ya li Giraca Sûlewesiyê erd bi lerza 7,5an hejiya bû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li herêmên Donggala, Palu, Sîgiyê 4 hezar û 340 kes miribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 10:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE