Li Lomboka girava Endonezyayê erd bi lerza 5,7an hejiya.
Saziya Jeofîzîk, Avûhewa û Meteorlojiyê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir ku navenda erdhejê bajaroka Mataramê ye, erdhej 10 kîlomêtre li binê erdê û 23 kîlomêtre bajurê rojavayê bajarokê çêbû.
BMKG û Navenda Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erhejê hişyariya tsunamiyê nedan.
Hê daxuyanî nehat dayîn ku gelo tiştek bi tu kesî hat an na.
Li Lombaka girava Endonezyayê di tîrmeh û tebaxê da erd bi lerzên 6,3, 6,9 û 7an hejiyabû. 450 hezar kes di tesîra erdhejê da mabûn û 563 kes jî di erdhejê da miribûn.
AA