Li Majeneya bajarê Sulawesiya Rojava ya eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 6,2yê hejiya, 8 kes mirin.
Di daxuyaniya Ajnasa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li Majeneyê di saet 01.28an da erd bi lerza 6,2yê hejiya.
Rayedaran gotin ku di erdhejê da 8 kes mirin û 637 kes birîndar bûn, Walîtiya Sulawesiya Rojava jî diyar kir ku li nexweşxaneyekê xisar çêbû.
Rayedaran destnîşan kir ku di erdhejê da 62 xaniyan zirar dît û di xetên ragihandinê da pirsgirêk derket, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Piştî erdhejê 15 hezar kes texliyeyî herêmên ewledar kirin.
Rayedarên Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofizîkê jî diyar kirin ku hetanî nika 26 erdhejên piçûk çêbûn, ji ber xetereya tepbûna avahiyan ji welatiyan xwestin ku bira ji avahiyên bilind dûr bisekinin.AA