Li Endonezyayê erdhej

Endonezyayê erd bi lerza 5,8an hejiya.

Li Endonezyayê erdhej

Li Malukuya eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 5,8an hejiya.

Saziya Jeofizîk, Avûhewa û Meteorolojiyê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir navenda erdhejê 117 kîlomêtre li başûrê rojavayê herêma Serama Rojhilat e û erdhej 28 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Agahî nehatin dayîn ku gelo di erdhejê da tiştek bi tu kes hat an na.

Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê ji bo tsunamiyê hişyarî neda.

Li Ambona paytextê eyaleta Malukuyê di 26ê îlonê da erd bi lerza 6,8an hejiyabû û di erdhejê da 36 kes miribûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE