Li eyaleta Nusa Tenggaraya rojhilat a Endonezyayê ewil bi lerza 6,2 û paşê jî bi lerza 6,7an erdhej çêbûn.
Li gor daxuyaniya Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê (BMKG) erdheja ewil a ku lerza wê 6,2 bû 103 kîlomêtro başûrê rojava yê Sumbaya Rojava ya li ser Girava Sumbayê 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Erdheja duyem a ku lerza wê 6,7 bû jî 120 kîlomêtro başûrê rojava yê Sumbaya Rojava ya li ser Girava Sumbayê çêbû.
Piştî erdhejan hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Der barê mirî û birîndaran da tu tişt nehat gotin.
Di 26ê Çileya Paşîn a 2004an da li Endonezyayê bi lerza 9,1 erdhejek û li dû wê jî tsunamî çêbûbû. Tesîra vê gihîştibû welatên din jî û 230 hezar kes miribûn.AA