Li Endonezyayê gel çû ser sandiqê

Li Endonezyayê gel ji bo hilbijartina seroktiya dewletê û parlamenteran çû ser sandiqê...

Li Endonezyayê gel çû ser sandiqê

Li Endonezyagel ji bo hilbijartina seroktiya dewletê û parlamenteran çû ser sandiqê.

Li tevahiya welêt ji 190 milyonî zêdetir hilbijêr ji saet 07.00an pê va çûn ser 810 hezar sandiqî û ji bo 2 namzedên seroktiya dewletê û 245 hezar û 106 namzedên parlamenteriyê dengê xwe dan.

Di hilbijartina seroktiya dewletê da endamê Partiya Tokoşîna Demokratîk a Endonezyayê (PDI-P) û Serokê Dewletê yê halêhazir Joko Wîdodo û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Endonezyayê ya Mezin (Gerindra) Prabowo Subîanto bûn reqîbên hevdu.

Ji bo meclisên parlamentoya navendî, eyalet, bajar, navçeyan bi tevahî 20 hezar û 528 kursî hene û ji bo van 16 partiyên neteweyî beşdarî hilbijartinê bûn.

Dengdayînê li gor saeta herêmî di saet 13.00an da temam be û ew ê dest bi jimartina rayan bikin.

Li gor rêgeza Dadgeha Qanûna Bingehîn 2 saet piştî temamkirina dengdayînê şirketên anketê dikarin daneyên hilbijartinê biweşînin.

Hilbijartina seroktiya dewletê ya parlementeriyê cara ewil e ki bi hev ra tên kirin, li bendê ne ku ji sedî 70 beşdarbûn hebe, di hilbijartinên sala 2014an ên 3 meh bi navber hatibûn kirin da beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 69,58 û ji sedî 75,11 bû.

Subîantoyê reqîbê Wîdodo li navenda hilbijartinê ya Babakan Padanga herêma Bogorê dengê xwe da. Li bendê ne ku Wîdodo jî li Gambîra herêma Cakartayê raya xwe biavêje.

Di hilbijartina 2014an da jî Wîdodo û Subîanto bibûn reqîbê hev, Wîdodo ji sedî 53,15ê rayan sitandibû û bibû serokê dewletê.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE