Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê çêbû da hejmara miriyan derket 222an, hejmara birîndaran 843 ye.
Nugroho diyar kir ku li herêmê 28 kes winda ne û li giştiyê herêmê 556 mal û 9 otel, 350 bot û keştiyên piçûk zirar dîtin.
Nugroho diyar kir ku heta niha tu kesên biyanî yên ku di tsunamiyê da tiştek pê hatibe tuneye û destnîşan kir ku herêmên Serang, Pandeglang, Lampung û Tanggamus ji ber ku derdora tengavê ne herî zêde van herêman zirar dît,
Li herêmên ku tsunamiyê lê xist xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û ji ber ku tsunamiyê li gelek qadên turîstîk da, dibe ku hejmara miriyan zêde be.
Ji ber ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê zêde bû di meha îlonê da li herêmê elerim hatibû dayîn.
28ê îlonê da li Kendava Paluyê ya Grava Sulawesiyê bi lerza 7,5an erdhej çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û tê da ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn, nêzî 1500î kes winda bûbûn.
Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.
AA