Li Endonezyayê hejmara miriyan derket 281an

Di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya Endonezyayê çêbû da hejmara miriyan derket 222an.

Li Endonezyayê hejmara miriyan derket 281an

Hat ragihandin ku di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya Endonezyayê çêbû da hejmara miriyan derket 222an.

Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir, di tsunamiya ku li Tengava Sundayê ya dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê çêbû da hejmara miriyan derket 281an, hejmara birîndaran 1016 ye.

Nugroho diyar kir ku li herêmê 57 kes winda ne û hişyarî da gel ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatau (Zarokê Krakatau) dewam dike û ji ber talûkeya tsunamiyeke nû nêzî qeraxên tengavê nebin.

Nugroho diyar kir ku li giştiyê welêt pergalên hişyariya tsunamiyê yên hin herêman hatine dizîn an jî xerab kirine, ji 2012an vir va bi giştî pergala hişyariya tsunamiyê pakîkî naxebite û divê pergalên hişyariyê werin nûkirin.

Ji aliyekî din va di parvekirinên ser medyaya civakî da gel dibêje ji ber ku pergala hişyariya tsunamiyê naxebite loma ew qas kes mirin û rayedarên hikûmetê berpirsiyarê mirinan dibînin.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û heta niha ji 3 hezarî zêdetir kesan cih guherandine.

Sedema tsunamiyê teqîna çiyayê agirîn e

Rayedaran daxuyandibû ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê bû sedema tsunamiyê.

Ji ber ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê zêde bû di meha îlonê da li herêmê elerim hatibû dayîn.

28ê îlonê da li Kendava Paluyê ya Grava Sulawesiyê bi lerza 7,5an erdhej çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û tê da ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn, nêzî 1500î kes winda bûbûn.

Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 11:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE