Li Açeya eyaleta Endonezyayê li herêma Açeya Rojhilat ji ber lehiyê 17 hezar û 648 avahî di bin avê da man.
Serokê Rêvebiriya Ajansa Afatê ya Açeya Rojhilat (BPBD) Ashadî Dî Idî daxuyand li herêmê ji ber ku di dawiya hefteyê baraneke gur barî di 226 gundan da lehî çêbû.
Idî daxuyand ji ber lehiyê 17 hezar û 648 avahî di bin avê da man, li hin cihan jî asta avê gihîşt 2 mêtroyan.
Di çapemeniya herêmî da hat gotin heta niha 2 kes mirin, 15 hezar kes ji ji malên wan hatin texliyekirin.
Li Endonezyayê bi taybetî di navbera mehên cotmenh û nîsanê da ji ber barana gur lehî û hezaz çêdibe.
AA