Hat ragihandin ku lehiya ku ji serê hefteyê va li eyaleta Cavaya Rojava ya Endonezyayê derket tesîreke neyinî li ser 24 hezar û 813 kesan kir.
Berdevkê Ajansa Birêvebiriya Bobelatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyaniya xwe da got ku ji bajarê Bandung û derûdora wê ku di bin tesîra lehiyê ma da 700 kes şandin herêma ewledar.
Nugroho da zanîn ku li herêma ku bobelat lê çêbû 24 hezar û 813 kes man di bin tesîra lehiyê da û got ku 8 hezar û 271 avahiyan jî xisar dît.
Nugroho ragihand ku li herêmê heta 22yê nîsanê rewşa acîl hat îlankirin û xebatên ji bo arîkariya afatzedeyan didomin.
Di lehiya ku meha borî li eyaleta Papuayê çêbûbû da ji 100î zêdetir mirov miribûn.
Li Endonezyaya ku lê baranên Musonê dibarin û av û hewaya tropîkal lê heye tevahiya salê ji ber şiliya zêde gelek caran av radibe û hezaz çêdibin.
AA