Li Endonezyayê lehî

Li bajarê Jayapurayê ji ber lehiyê hezar û 300 kesî zirar dît

Li Endonezyayê lehî

Li Jayapuraya paytextê eyaleta Papuaya Endonezyayê ji ber lehiyê hezar û 300 kesî zirar dît.

Li gor nûçeya rojnameya Kompasê ji roja înê pê va li eyaleta Papuayê baraneke gur dibare, ji ber vê li herêmên Abepura, Heram û Jayapuraya başûr ên li ser bajarê Jayapurayê lehî çêbû.

Rayedaran daxuyand ji ber lehiyê hezar û 300 kesî zirar dît, der barê mirî û birîndaran da agahî nehat dayîn.

Sutopo Nugrohoyê berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) got ji bo kesên ji lehiyê hatine texliyekirin alîkariya av, xwarin, derman û cihê mayînê tê kirin.

Li eyaleta Sulawesiya Başûr jî meha çûyî lehî çêbûbû û 68 kes miribûn.

Li Endonezyayê ji ber avûhewaya wê ya tropîkal her tim lehî û hezaz çêdibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE