Li Endonezyayê hejmara kesên ji ber lehî û hezazê mirin derket 53yan.
Rêvebiriya Ajansa Afatê ya Neteweyî (BNPB) destnîşan kir ji serê salê vir da li paytext Cakarta û bajarên Depok, Bekasî û Tangerangê û herêmên Bogor û Lebakê hejmara kesên ji ber lehî û hezazê mirin derket 53yan û kesek jî wenda ye.
Hat destnîşankirin xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û 173 hezar kes jî di avahiyên seyar da dimînin.
Saziya Jeofizîk û Hewayê ya Meteorolojiyê (BMKG) di daxuyaniya xwe ya duh da diyar kiribû ku barana gur wê heta 10ê Çileyê bidome.