Li Endonezyayê lehiyê tesîr li zêdeyî 22 hezar kesî kir

Di bobelata lehiyê da heta niha kesek mir.

Li Endonezyayê lehiyê tesîr li zêdeyî 22 hezar kesî kir

Li eyaleta Sulawesiya Bakur a Endonezyayê, lehiya ku di encama barana gumrah da rabû, tesîra neyênî li zêdeyî 22 hezar kesî kir.

Serokê Navenda Zanyarî û Ragihandinê ya Ajansa Rêvaberiya Afatê ya Neteweyî Raditya Jati eşkere kir ku li herêma Bolaang Mongondowa Başûr ji ber barana gumrah li 7 ciyan lehî rabû.

Jati diyar kir ku 22 hezar û 655 kes ketin ber tesîra ava lehiyê û heta niha kesek jî mir.

Jati her wiha got ku li herêmê zirar gihîşt 64 xanî, 5 pir û hin rêyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE